ẍem şîrîne

From the Book:
Firmêsk û Zerdexene
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  865 views
hunermend miḧemed qedrî katê em hełbestey kird be goranî û gwêm lê bû be nazî awazekeyda zanîm ke têm geyştuwe
ẍem lelay min zor şîrîne
ẍem hewêne bo em jîne
çunke bo dił pêkenîne
şadî û bezim û hełpeřîne
ẍem şîrîne... ẍem şîrîne
gerçî peřey diłim kune
deryay ẍemim qûł bê bine
hêşta her ẍem lam şîrîne
naygořmewe bem zemîne
ẍem şîrîne... ẍem şîrîne
hemû dem beşim nałîne
çawim piřî le esrîne
le çałî ẍemda bimbîne
înca ełêm ẍem řengîne
ẍem şîrîne... ẍem şîrîne
ẍem lelay min pêkenîne
şadî û bezim û hełpeřîne
ergeçî piř dił birîne
bełam zamî dił nexşîne
ẍem şîrîne... ẍem şîrîne
le şarî diłî min şîne
quř pêwan û sing diřîne
ẍem û eşkence barîne
lay min waye guł çinîne
ẍem şîrîne... ẍem şîrîne