caran ke kurdî řast û řewan bûyn

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1050 views
caran ke kurdî řast û řewan bûyn
xawendî wefa û dił û zuban bûyn
le wezîfeyşda syaset nebû
tefreman, tefrûtuna kirdibû
herweha gêzrî eçûyne meydan
řêman nedabû be fêłî şeytan
le piř kewtîne syaset bazî
wek «pirins bismark» le destey «nazî»
řêy syasetîş hêşta fêr nebûyn
řûman bo her kwê na, be hełeçûyn
řojê aẍaman girte ser serman
eman birdeser ta wadey ferman
witman begzade, bizanîn ew çîye?
naşukirî nebê begzade nîye!
înca wa homan kewtewe sadat
lay ewan destiman kird be fesadat!
ewanîş çunku zoryan dił safin
hogrî mediḧ û laf û gezafin
be gwêřadêrî le xişte eçin
le naw xoyana ebin be dujmin
hîçyan nawêstin leser hîç barê
desa qewmî wa berdî lê barê