bo karî dewran xem meyêne ber

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  656 views
bo karî dewran xem meyêne ber
her çonî bîgrî ew deçête ser
dirextî dinya piřye le mîwe
hîç kesê ta ser berî neçnîwe
hendê ke nisîb boy egeyênê
têr exwa û liq û popî eşkênê
hendêkîş kewa qismet naydatê
her hełdepeřê û destî naydatê
sêberekeyşî her tawe tawe
cê cê egořê, legeł hetawe
eyşizanîn ta ser bo hîç kes nîye
keçî em xełkey ledû «şeqî»ye
dû kes girewyan lê birdûtewe
kewa piştênyan lê kirdotewe
yekemyan ewey ke le hîç naga
bûn û nebûnî karî lê naka
şeytan bem xełke wa pêdekenê
em be pêkenîn ew deteqênê
duwemyan ewey ke be hîdayet
kewtote ser řêy ’eqił û dîrayet
hemîşe legeł xway xoy hełdesê
bewe laydawe le hemû kesê