emřo wa burcî pîrêjnane

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  573 views
emřo wa burcî pîrêjnane
le hemû layê sehoł bendane
çileman kêşa bełam nek çile
bê tifaqîye ke tewqî mile
turk witûyane «marit gîrî baqer
qazme kurkig sapnî yaqer»
min emsał kursîy nûstinim sûtand
be kursî teşqî sehołim şikand
ser berfe û sermayş way da be serma
çon derçûm? serim lew siře siřma!
lafaw şarêkî konî wêran kird
hezaran nifûs le naw awa mird
xo dyare dîcleyş emsał be coşe
’alem be birsî tirs be peroşe
lem tenganeda ḧîzbî mu’arîz
kewtûne ne’rey «hil min mibarz?»
êwe le pêşda xwarditan, geř eken
bo paşeřokî xełkîş şeř eken
ewsayey êwe kartan řewa bû
boçî řêy qisey hîç kestan dabû?
dyare negbete wa le yek ber bûn
destî çewr beser xełkîda esûn