xwa «qewmî nûḧî» le awa xinkand

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  667 views
xwa «qewmî nûḧî» le awa xinkand
«qewmî ’ad»yişî be ba hełfiřand
«şedad» û qewmî sałḧî şeqî
be ne’rey melek zirawyan teqî
êmeyş wa le jêr befra řeq hełdêyn
nazanîn le dest ẍezeb çon hełdêyn
xo «beẍda»yiş dyare le aw natirsê
dewrêke hîç kes le kes napirsê
dewłemend gemêy le naw awaye
le hejarî çî? dinya awaye!
«se’awîy îyley cebelٍ ye’ْsîmunîy»
her ewende bû, ta geyye tînî
êsta le befra kewtûyne hawar
xwa dênîne yad ewîş be naçar
ke behar hat û têpeřî zistan
ne baman dîwe û ne befir û baran
dyare ke mayey însan, nîsyane
le řêy xwa ladan tefrey şeytane
nazanîn dinya bo kes namênê
«’îzra’îl» le piř gyanman esênê
hîçîşman legeł xoman bo nabrê
dewłet be mêrdî tazey jin ebřê