řabwardinman her be qumare

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  591 views
řabwardinman her be qumare
qumar serîşî bibřî her mare
hemû ḧeramê zewqêkî tyaye
her qumarbaze dwayî řiswaye
afretêkî cwan ḧezî lê ekey
’eşq û zewqêkî tyaye, têdegey
hîç nebê le dway wesił têr ebî
ew şewîş nanwî, ta boy kwêr ebî
em xełke legeł yek dost û yare
amuşo û řeftyan, le lay yek dyare
«engaje»y qumar ke yarî nebû
cûłecûłêtî le piř boy derçû
zorîşman heye hênde «eḧmeq»yin
nazanîn, dost nîn, bo qumar şeqîn
«xomar» û «qumar» cûte bware
řeşî û sipêtî têda dyare
bełam bo ehlî meraq hênd xoşe
bo şewêk herçît heye, bîfroşe
herçîm dest ekewt emdaye kaye
eyangut «poker» ze’îmî tyaye
wek «ḧusnî ze’îm» marşał coker bûm
ke poker nema, řwanîm «noker» bûm