ew kesey ke xûy xoy lela xoşe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  623 views
ew kesey ke xûy xoy lela xoşe
ba xirapîş bê, naygořê boşe
zortir xûy xirap ke baw esênê
wa le pyaw eka çarî namênê
hî ewto heye be çawlêkerî
herçî hate pêş eydate berî
emewê řojê her bo tecrebe
le şwênê tûşî çwar pênc kes bibe
biłê: kuřîne wa lew mizgewte
bangî da û nwêjî be cema’ete
werin ba biçîn, bizanîn kê dê?
dyare ke hîçyan řû nakene wê
înca biłê: ay kuřîne werin
tyatro hatuwe, kiç hełdepeřn
sing û qołî řût, goranî ełên
«wîzîte»yiş heye bê «întir»e û bełên
ewsa biřwanin çendî le şwêne?
way lê hatwe em řê û em şwêne!
xom le bîrme pyawî dawîn pîs
ekewte be «ḧed» eyankuşt be lîs
jinîş xoł û doy ekira be sera
şar beder ekira be çepłe û hera