cewher le bextî řeşda dyare

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  670 views
cewher le bextî řeşda dyare
şewqî mangeşew le şewî tare
řiştey zîrekî ke xwa pêy dawîn
buwe be petêk pêy pê le dawîn
«qunbuley zeře» lewla eteqê
çawgey «aweřeş» lêre eteqê
hewrî «biřûxê» ke egirmênê
«lafaw» her małî xoman eřmênê
quřyan girtewe bo newciwanan
wa xoyan bûne «berzekî banan»
her dełêm nawî kurdyetî nabem
çî bikem tînume bê aw der nabem?
«befir» wek serim barî be serma
kwêstanîm bakim nîye le serma
hênd «peł»yan pyadam bûm be minare!
kes le min beriztir nîye lem şare
bûme çirayêk le ser minare
min esûtêm û řêy xełk dyare
xiştê biřûxê lêm bû be dîwar
her hawar ekem lêm nabyen hawar
egîne her min hawarkeryan bûm
be «jyan» û «jîn» min řaberyan bûm