her lew řojewe cîhan danrawe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  663 views
her lew řojewe cîhan danrawe
ehil û na’ehlî tya ferq kirawe
eşkałî beşer kes le kes naka
taku yeksan bê bed legeł çaka
herwa hatuwe wayş eçête ser
taze êstirman bo nabête ber
ayînî îslam tesawîy dana
bełam fezłîşî bo dana dana
min be řencî şan parem dest kewê
temeł lelawe çî le min ewê?
bełê ḧeqî kes be kes nabřê
naḧeqî nawî be xirap ebrê
yarîdey kewtû sedeqe û zekat
be emrî xuda û pêẍember dahat
nek emey biłêy be «bolşewîkî»
herçî peyda bû bête şerîkî
taze pêgeywan le gyan weřistin
be ême ełên kone peristin
xozge emzanî taze çîyan kird?
emende bendey xwayan le naw bird
dîmukiratîye «zeře»y dahêna
řegî hejarî le bin derhêna