ełên serdemê şî’ir baw buwe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  836 views
ełên serdemê şî’ir baw buwe
şa’îr ya benaw ya bednaw buwe
hendê padşa şî’rî wîstuwe
řecay şa’îrî zor car bîstuwe
ełên řûdekî le lay samanî
le endazeda nebû samanî
be qesîdeyêk emîrî swar kird
be leşkirwe bo «buxara»y bird
zor şa’îrî tir le birsa mirdûn
ya le zîndana dusaxyan kirdûn
xo hêcgar êsta şî’ir bełaye
serqełemaney tif û têłaye
cayzey caran buwe be cizye
derûnî şa’îr her çizeçzye
ne guzerane ne kar û kespe
cerg û henawî piřye le kispe
«asîraldîn»y ewmanî ełê:
ke şa’îrit dî řake lêy hełê
«zihîrî»yiş ełê: le dest şî’ir dad
huner le ’êraq zor ’eybe firyad
emane dadyan le dest dinyaye
şî’rî be şi’ûr îlhamî xwaye