bexowenedîw çeşt bû le piław

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  622 views
bexowenedîw çeşt bû le piław
dest be ser esřî û çewr ebê kilaw
geda ke çiłim be qoł esřê
serkewt kilkî ga be mendîl egrê
le «tûnçêtê»yewe bûy be ḧemamçî
le karî xota be ẍełet naçî
’îzet paşayêk be ’ecem meşhûr
bibû be walî le wiłatêkî dûr
herçî bo îşêk eçû bo dîwan
řicay lê ekird, eygut be çawan
kabra eřoyî û ew be zerîfî
eygut: qandîrdik [qulay] herîfî
«sedْرەاعْzem» bangî ekate lay xoy
ełê wezîrî xarcyey toy
be xoşî xoşî eçête şwên xoy
çaweřê ebê ferman eçê boy
nûsrabû qaldîr miltî bwîle
ciza min cinsî al’ilma şwîle
ba syasetîş diroy pê bwê
dirozin şayş bê, dwayî ekewê
ke wate pyawî řast û karşunas
etwanê le qeyd bimanka xelas