pêşînan dełên: guřey bore pyaw

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  762 views
pêşînan dełên: guřey bore pyaw
hełdebloqê wek biłqî ser aw
legeł bayekî lê bikewête kar
le çaw gum debê be bê şwênewar
bełam yekêkî danay xwêndewar
bîşkewête ber zilley řojgar
’eqił û tecrebey pê zyatir debê
bo karî gewre bekartir debê
ta nekewête ber pelî zeman
dost û dujminî nanasê însan
wa be çawî xom dîm ke hêndê xełk
yek mał bûn legeł pyawêkî be kełk
her ewende bû ta řetêkî bird
wergeřanewe wek nîsk dest û bird
bewe nazanin ke xoyan derxist
nawyan lê enên bê ber û bê pişt
ba ew keseyş xoy lêyan biburê
pyawetî û wefa lêyan etorê
sehûn ke ełên êsta lem şare
pyawî dûdek û dûřû bekare
řojêkyan ebê komełî pyawan
ke řûbeřû tif bikate řûy wan