ełên xerbeste û xawendî řeste

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  984 views
ełên xerbeste û xawendî řeste
pend bigrête gwê nakewê beste
hendê ker heye hewsar epsênê
ke ber bû cûtey pîs eweşênê
ewe wa çake barî giran bê
ke manîşî girt beşî lêdan bê
herçî be leqe le xełkî ber bê
bo ewe deşê kersimey derbê
êstir le gwêdrêj barebertire
ḧeram zadeye be xetertire
xozge her kesê wa zoł bwaye
neslî nebwaye lem ser dinyaye
baweřit nebê be ḧeram zade
le ḧec bîbînî xotî lê lade
pyawî musułman ebê salim bê
dest û zubanî bo xełk xadim bê
çend xoşe însan le xwa bitirsê
řêgey řast bigrê û le şa nepirsê
xizmetî qewm û qîley xoy bika
neyewê hîç kes tikay bo bika
her çonêk ejî xoşe nek be şeř
xot xoşewîst ke lay xwa û beşer