dinya wa şêwa be kes ça nabê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  766 views
dinya wa şêwa be kes ça nabê
sa meger dewrî mehdî peyda bê
sê çişt kon bûbû kewtûnewe kar
diro û dûřûyî û bilofî qumar
em syane her çend hîçyan ça nîye
hîç nebê qesdî gyanî tya nîye
hendêk hen kewa bêguman zołn
destyan bû çawî çak hełdekołn
be serzarî dost, keçî be dizî
katêkit zanî wek mar pêy gezî
ewane tenya be pyawçak fêrin
le řastî dûpişk ḧîzin nawêrin
min lem dwayîyeda yekêkî wam dî
kirdeweyekî way lê hate dî
legeł yekêkda dostî serzarî
le piř lêy kewte gestinî marî
gestinêkî wa qesdî gyanî bê
ḧeramzadeyî û na’însanî bê
nazanê eme dêtewe řêy xoy
ebê be lekey le xoy pîstir boy
xwa çon pak eda be dem pîsewe
haka nałandî be dem lîsewe