her lew řojewe dinya danrawe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  660 views
her lew řojewe dinya danrawe
leser tecrebe zor çişt bêjrawe
yekê lewane mał û dewłete
kobûnewey lay dana zeḧmete
zor pyawman dîwe be feził û huner
legeł zemana boy neçuweteser
ewendey nebuwe kitêbê bikřê
ya kewayekî şîrdax bidřê
řûyşî le pyawî çirûk nenawe
wayş řêkewtuwe ke birsî mawe
le paş mirdinî qedryan zanîwe
înca be çake nawyan hanîwe
zemane waye legeł pyawçaka
seryebřê û řîşî be şane eka
meşhûre ełên «harunereşîd»
katê mîsrî girt ta portî se’îd
quleřeşêkî dana be walî
pemû çênra bû nîl hat řaymałî
hawaryan bo bird zoryan lê tund bû
witî xurîtan boç neçandibû
gułistan eme egêřêtewe
herwa tarîxe û egeřêtewe