bo netewey çak dû çişte řehber

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  647 views
bo netewey çak dû çişte řehber
ke wa ḧeyatî pê debate ser
ewweł terbyey dayk û bawke
ke bo řêy tarîk wek çirawke
ke řaberî bû řêy lê gum nabê
herçend řêy jyan pêç û pena bê
ke be mindałî terbye nedrê
be gewreyî xûy xirapan egrê
ewsa ke kewte ser řêy bedxûyî
negeřayewe û leserî řoyî
înca ḧikûmet naçar emênê
cezay qanûnî derḧeq binwênê
ewey terbyey ewladî nada
hemû řencî xoy eda be bada
ewladî bedxû ke be şeř fêrin
cinêw bo bawik û daykyan enêrin
bê ḧeya lekkey řûy kes û kare
keçî bo êste hî wa be kare
bê namûs ye’nî mêşûley nîye
mêşî neyêtê kulley bo çîye
bełam bê şermî her bê enwaye
řojêkî wekû emřoy le dwaye