dinya her řoje řengê enwênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  706 views
dinya her řoje řengê enwênê
hîçîşî leser barê namênê
řojê haware baran nabarê
ke barîş ełên ẍerq bûyn be carê
her kese leser heway xoyetî
tenha hejare bawkeřoyetî
dewłemend wa řêy xoy girtiwete pêş
hendêkîş bûne yabûy sing hełkêş
legeł hewsaryan leser damała
legeł cerdeda eken be mała
goze û dîzeman têkřa eşkênin
aşna û dostiman lê eřencênin
hey bijî kabray le xiştey birdîn
newciwananî le dest derkirdîn
menfe’etêkî xoy le nawa bû
bo ewe daynî be gurgan xwardû
ew lawaney wa le kîs ême çû
řostemî załîş wa aza nebû
ełên marangaz kwêçkey şil deka
le xişey mar û mêrû sił deka
ême dway ewey mar pêwey dawîn
enca bo dûpişk zortir be tawîn