em çerxe zorcar çerxî egořê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  660 views
em çerxe zorcar çerxî egořê
be qumarbazî merdî edořê
be carê zordar exate meydan
pyawî benamûs ekene giryan
parû le demî hejar efřênin
małî zor kesî bêdest eřmênin
her çîş ke lewan ko ebêtewe
serugwêlakî xełk ekutêtewe
ewan zułim eken xwa feqîr egrê
be zułmî ewan nan û do ebřê
nanman ebête xepley dařucan
nanewa ebne şîbrî bê’aman
agirî tendûryan wa le pêş çawe
cehenemyan hîç le bîr nemawe
nanê ke hejar bê pêxor eyxiward
piřye le kepek, hewîrêkî sard
beledîye hat be ehemîyet
fiřnî danawe kewtote hîmmet
legeł çawêkyan lê ẍafił kira
be kunebana gacût serxira
bem řenge paşqul le yektir egrîn
dîsan le gelê wiłat çaktirîn