xwa çî bikem ledes cewr û cefay ew şoxe bêbake

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  932 views
xwa çî bikem ledes cewr û cefay ew şoxe bêbake
çi diłřencên û ẍeddare çi meḧbûbêkî seffake
witim bew tîẍî ebrote diłim letlet buwe qurban
keçî fermûy eger bîştikujim to her biłê çake
le ’îşqî xubřûyan men’î min hergîz meke wa’îz
be destî xom nîye bexwa eme derdêkî zigmake
bełê bazařî dehre wa yekê sofî yekê şêxe
yekê cêgey xerabate yekê bêhoşî tiryake
beser şana ke wextê řadekêşê zułfî piřçînî
le pêş çawî minî sewdazede wek marî zuḧḧake
diłim derhat û ew diłdare bê řeḧme nehat emşew
çi bextêkî řeş û neḧsim heye tuxwa temaşa ke
le řojî ḧeşir eger xwênim le to dawa biken cana
fîday ew lêwe bim şahîd nîye lew curme ḧaşa ke
le dinyada řefîqîy pyawî ker hergîz meke eḧmedPen name
ledest însanî cahîl ta qyamet piř be pê řake