caran xwa qînî egirt le şarê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1973 views
caran xwa qînî egirt le şarê
be naxî zewya eybirdine xwarê
yaxo qewmêkî bewe etirsand
le asmanewe berdî ebarand
ke pêẍemberî ême peyda bû
leber xatrî ew emane laçû
êsta le řêgay dîn laman dawe
xwa û pêẍemberman hênd lê řencawe
wa wirde wirde eman tirsênê
le şwên berd carê xoł ebarênê
em xoł barane le cêy înzare
herwa bîn norey berde emcare
herçî ebînî kewtiwete gizî
coy gyanleberyan wek kûtał dizî
eme kirdewey xoyan hate řê
egîne êre û felestîn le kwê
supasî ême ba becê bênin
wa lêre tołey ewan esênin
xozge bay’î kutał û qumaş
be cût ekewtine naw dozexî aş
destemlan ebûn be cût wek yołdaş
etirincane beynî dû berdaş