«jûl weren» hełsa dinya bigořê
From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
1 minutes
794 views
«jûl weren» hełsa dinya bigořê
bew sewdayewe gwêy naye gořê
be xeyał topî hênaye meydan
gulley bigate çerxî asman
zemîn hate řast xetî îstîwa
bew gulle tope bîgêřête dwa
topî xoy hawîşît kirdî be hewa
çerxî felekî pê têk nedra
ne dewr gořa ne cewrî zordar
bomba û qunbule zortir kewtine kar
be kes çak nabê «denî» naw nawe
xwa em cîhaney wa siruşt dawe
boye le beheşt derîpeřandîn
towî dujminî le nawa çandîn
êsta ḧîzbekan hatûne meydan
be gwêçepçuřkê kewtûne tekan
gurîs kêşekê hatûte pêşê
her kese bolay xoy řaydekêşê
hendê eḧrarin hendê wetenî
dîmoqratyekan pêyan pêkenî
diř den wa hatin tîpî dîmuqřat
’edił û musawat exene wiłat