dû la be ḧeqî xoyan bûn řazî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  654 views
dû la be ḧeqî xoyan bûn řazî
îş nakewête lay ḧakim û qazî
ewsa mewaşîr aş betał eka
ya xerman loẍey herzin û gał eka
meger î’lamî jin hênan derken
kiławî sûrî sipî leser ken
xozge ew pyawey jin û małdare
nedebû ke jin bênê dûbare
em dûberekye le dû bereye
bawejin agirî şeř xoşkereye
dû bira eger le daykê nebin
řegî yektirî derdênin le bin
ba bîşłêyn dayk daykî xomane
êsta syaset bawejnimane
bawejnêkî cadûman heye
hîç kes tê naga ke çend beweye
bawkiman lê buwe be bawe pyare
dadmane le dest kwêxay bêkare
katêkman zanî xemşeman biřa
şeřednidûke le «kołaneşřa»
«keyfî» şa’îrman emende ḧuře
têřman le cawî gazrî piře