mindał be agir destî bisûtê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  607 views
mindał be agir destî bisûtê
pêy ełê bive ke dîy bizûtê
marangaz le xişey mêrû etirsê
kurd be azayî le hîç napirsê
ełên: azayî û nezanî biran
xozge em dwane le yek ebřan
cubra’îl destî mûsay řakêşa
agirî pê hełgirt ke sûta êşa
her çend ew agire zubanî sûtand
be zubanî «pis» fîr’ewnî pisand
ême emende serman sûtawe
wek keçeł tûkî serman nemawe
berdêkîn le twêy qoçeqanîda
geřayn be dewrî serî xanîda
hawîştînyane gwêlakî xoman
bem sergerdîye bûyne sergerdan
le ka û alîkî gazirker torayn
be fêłî řêwî bo... ebrayn
emane hemûy le dił safîye
«men yetewekّel», «ḧesْbwe», kafîye
hêndem zanîwe nabřêynewe
leşman sûk ebê ke ebřêynewe