xwa boye êmey narde serzemîn

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  722 views
xwa boye êmey narde serzemîn
dujminî yek bîn be şeř û be qîn
nabê ademîzad be şeř nebê
bê şeř bê, ebê her beşer nebê
ewaney ełên: ḧez le şer nakeyn
dîmukiratîn û ma’îl be çakeyn
hemû serkirdey şeřî řabirdûn
le jêr pałtowe tîẍ le yek esûn
ew emrîkayey eygut «mun zeto»
dunyay şiłeqand her wek meşkey do
ewîtrîşyan wa ser berd egrê
sed xało xało kełkê nagrê
emî tirîşyan lêman torawe
labela be qîn lewla westawe
ême wa çake bibîne seyrker
leser girdê bîn le leşker beder
lay mu’awîye şîrînî bixoyn
bo nwêj dway newey ’elî bikewîn
bełam şîrînî şekirî tya nebê
wa çake «ça»keyş nîwey «gya» nebê
hey hû emane xeyał piławe
ême û xoşbextî řetman biławe