caran tenaf baz le êran ehat

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  679 views
caran tenaf baz le êran ehat
be ser tenafa ekewte terat
le jêrda pyawê bû kułebne
ew eygut: huner hunerî mine
nawyan lê nabû «fis fis pałewan»
pekî nedekewt be dem û zuban
fis fis pałewan tenya yekê bû
êsta le şwên ew sê û çwarê derçû
be fend û fêłê fennî wa fêrin
be şwênî berza «co» hełdegêřn
zemanî ’îsa û pêẍemberî cû
diroyan ekird řûyan řeş ebû
em zemane řast řûy pyaw řeş eka
pyawetî pyawî pyaw bê beş deka
bedkirdeweyî ewende bawe
xomîşî tyabim řastigo nemawe
zorîşman mawe bo dewrî mehdî
awatî pyawî řastigo bête dî
ke «miḧemmed» hîç bemane neka
mehdî emane çon îslaḧ eka?!
xwastî xwaye em dewr û dûkane
efrasyaw xirap kawis behane