bo destełatî em binyademe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  619 views
bo destełatî em binyademe
herçî bo danêyt hêşta her keme
be agir sehoł dênête meydan
birûskey kirdiwe be peykî cîhan
lewpeřî dinya wateyêk ekirê
lem peřî dinya xełk gwêy lê degrê
gah siłêmanin le řwî hewada
gahê yonsin le naw deryada
ta zyatir ’îlim û fen bê be akar
bo qełaçoy yek eyhênne kar
qunbuley zeřye mawe derkewê
key bê şarêkî tirî ber kewê
hêşta têr nebûn le yektir kuştin
taze dost le yek ebin be dujmin
ba biłêyn ewan wa dewłetêkin
xawendî supa û be serwetêkin
nazanîn êre çî lê qewmawe
hîç kesê le ser řêy xoy nemawe
le payetexta eḧzabe û îzrab
layê opeřa û le layê řobab
her î’tîraze û tenqîde û twanc
nawestin nanê birjê leser sac