xwa bo binyadî dinyay bê binyad

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  577 views
xwa bo binyadî dinyay bê binyad
çwar gewherî kird be mayey îcad
em çware legeł yektir naguncên
xwa xistûnye yek le siruşta cwên
agir û hewa bawkî lay serûn
xak û aw pestin daykî bê derûn
şeytan le agir dirust kira bû
boye pîşey ew şeř û hera bû
adem le xak bû le qînî şeytan
xwa firîştey nard bo kirnûş kêşan
şeytan witî: min qedrî nagirim
ew quřeřeşe û min le agirim
çûnku bayî bû tifî lê kira
lew şwêne berze be şeq derkira
eme dersêke bo new’î beşer
pyaw ke berz fiřê boy ebê be şeř
seretat xake û dwařojîşt xak
kewate xak be, be diłêkî pak
xak be, ke denkê coyan tê çendî
byanderewe be de ewendî
wek agir mebe herçît hate pêş
way bisutênî bête xołemêş