eger zibanit bê û fêrî ser bê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  649 views
eger zibanit bê û fêrî ser bê
nuqteyekî zyad exate ser «bê»
hênd be zyane birînî zuban
sařêşî nabê be dawwiderman
ke qînit hełsaw destêkit weşand
şûşey aram û xoşî xot şikand
pyawî qîn le zig sîsemeřoye
giřîşî nîye «sutemeřo»ye
herçî serřeq û dem behera bê
ardî beřuwe peyînkey nabê
ke dûberekî kewte naw qewmê
ardî naw diřk lewan eqewmê
emane hemûy wa le pêş çawe
bedbext naybînê bo xwapêdawe
ewkesey ke zor le xoy bayî bê
goř waye «gulî» dûr awayî bê
çend xoşe qewmê hemû yek dił bin
le řûy cîhanda wek deskeguł bin
ewaney legeł yaran le deştan
lem dinyayeda le naw beheştan