ewey azarî nebê of naka

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  718 views
ewey azarî nebê of naka
eweyş bêzar bê le hîç xof naka
ke diłim xoş bê bot hełdepeřim
diłim bişkênî be şeř û geřim
lem zemaneda beşer be şeře
to şeřit newê bexêr têpeře
xwa ke gyan û nan eda bem xełke
hêndeman ewê heta be kełke
ke ḧałman hate ser kem û kûřî
ekewîne ser kufir û naşkurî
belam ew nanman nabřê yekcarî
emanjyênê bo burdebarî
çeqo tîj bû goşt maşełłay dewê
ke geyye ser êsk pekî ekewê
çake nawî xoy be xoyeweye
xoş řabwardin be amşoweye
«se’dî» fermûye ke zeřxiřîde
net lawandewe bot be terîde
eger řûxoşî bêgane doste
em řawřêwîye bo kewł û poste
bełam dinyaye bê gerdiş nabê
herwa řoyîwe û her ebê wabê