cîhan piř fitûḧ mang hênd mubarek

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  606 views
cîhan piř fitûḧ mang hênd mubarek
tenha min mawim be bê tedarek
şarbajêř çemî sîweyl û ałek
tûtne û towî biřawe kałek
wek jarî qende, ’eyşiman tał bû
pîremêrd le şwên şûtî ’ewdał bû
bew ’ewdałîye çuwe «’ewdałan»
bûbû be şûtî kelley mindałan
tûkey simêłî dêt pîrekey «muẍaẍ»
kogay banqenot boy bû be wetraẍ
yaxwa ewaney sewzeyan lenaw bird
parey tuwtinyan bo «kelleçî» bird
xwa her tałîyan batê wek tûtin
gyanî şîrînyan lê bê be dujmin
ewaneyş peyn eken be mumtaz
cêyan payîn bê nebin serfiraz
be peşîmanî şaxyan lê biřwê
şarbederyan ken bo girdegřiwê
ewaneyş hîwa eka be lucne
gîrî gêre bê wekû gay bine
wa be lêwî wişk kewtûyne hawar
firyaman kewe gewrey înḧîsar