mirîşk eyxura, xoy xiste jêr qaz

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  677 views
mirîşk eyxura, xoy xiste jêr qaz
bo ewey hêlkey gewre bida saz
katêkî zanî! hêlkey tya ceřa
be zor teqełî bin kilkî piçřa
naşî bêhûde kewtote dołab
nan bo nanewa, goştîş bo qesab
êstir darî bo «mencenîq» kêşa
be wecax kwêrî nawcergî êşa
pêt mexere kot, be pêławî teng
ke kewş pêy girtî, «pê»y pê ebê leng
mîwey kał mexo zigtî pê dêşê
şekir be germa zor aw ekêşê
caran «nexoşî şekir»man nebû
minî wa girtuwe, berim nada zû
min le telaşî turşî û tełaşim
«azeçk aşim, sancîsiz, başim»
biłêm çî? ewsa gałe û hełda bû
gałî «kał» xor bû «gał» beřełda bû
wa le paş xemşê! řêman lê ebiřn
gwaye be ayet destiman ebiřn
kê gwê edate ew dest biřîne
her dest biřîne kam dest biřîne