hetawî hawîn pyaw ebirjênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  663 views
hetawî hawîn pyaw ebirjênê
hî wayş heye xoy tênageyenê
pyaw nek be hetaw be îş ebirjê
dawî xaw nabê be hewday kirjê
řîs ke dûbad bû berge egrê
řaykêşî dezûy beẍda epçiřê
le hemû şwênê makîne bawe
«gurîs kêşekê» her lêre mawe
xełk gerduxulye le řûy eflaka
êre xerîke be cewał řaka
boye le hawřê ekewîne paş
wa xencer eswîn bo «dewen be aş»
baman dayewe ser «şeře geřek"
înca ebê pyaw biçne ber «xeřek»
bem dûxe xware û qîneberîye
katêkit zanî «řîsman xurîye»
emane hemûy le bêkarîye
ełên birsêtî řegî harîye
dewłemend nore be hejar nada
nanêkîş nada le řêy xudada
ewey ke qedrî namûs ezanê
xoy «qemter eka» be tîke nanê