pyawî nawecax mexene serkar

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  966 views
pyawî nawecax mexene serkar
qoç eweşênê dwayî wek gay har
le pêşda be taw tîjpeře wek tîr
zû dademałê wek gołe bargîr
xwa çizû neda be «zerdezîře»
hetaw nebînê marî kesîre
be denke coyê, gwêdrêj ezeřê
le xuşkî xoyşî û xwêşî epeřê
kerî dêz menê coy bo bipêwî
topînî ewê û zyanî xêwî
ebînim ke xiwayş řûy le maneye
wabzanim miştey naw hemaneye
min ełêm boye xwa eme eka
’aqił le ḧîzbî zemane biga
dyare ke dewran «ebleh» pereste
wişyar û dana řûy le nuşuste
kewate le şwên serberzî memre
dest be kiławî xotewe bigre
padşa û geda wek yek eçne goř
geda barsûke û şa kełekî zor
ewî nanewê bo tîke nanê
serujêrî xak be yek ezanê