boç zemane her legełma meylî ẍeddarî heye

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  1668 views
boç zemane her legełma meylî ẍeddarî heye
boç felek daym xeyałî merdum azarî heye
załme bê mirwete xesmî kesanî ’aqłe
fîtneye ew kafre her meylî xunxiwarî heye
min nexoş û xeste û zarim le řojêko ke wa
çawî mexmûrî nîgarim meylî bîmarî heye
min xeyałî gerdinî saqî û mey û badem bese
xwace hênd bê ’eqłe her derdî cilubarî heye
terkî dîn û mezhebim kird min ke dîm zułfî nîgar
ḧełqe ḧełqe û pêç pêçe şikłî zunnarî heye
terkî ke tuxwa řefîqîy zahîdî bê ’eqił û hoş
çunke ew şêt û nezane ’îlletî sarî heye
xwênî pakî lawî kurdane řijawe kêw û kej
boye wa êstake sûre, řengî gułnarî heye
bo diłim xoş bê be řengî em behare fesłî ew
min muḧeqqeqme emîş her şêwekey parî heye
şêt û şeyda be eger wesłî nîgarit metłebe
dujminî ew şexse be wa bextî huşyarî heye
deste’ejno quřbeser giryane pîşey řoj û şew
eḧmedPen namey bêçare ’îşqî şîwen û zarî heye