kîsey tema’ û me’îde herdû

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  749 views
kîsey tema’ û me’îde herdû
ke herçît deskewt, têt axnî zû
ewyan edřî û emyan eşêwê
cêga namênê şewê bo şêwê
çare ewete ke bere bere
tema’ labere û xwardin derbere
ewsa dił û leş be pakî û çakî
emênêtewe û le xem bêbakî
herçît le xełk send be nařezayî
tirs û lerzêke bo řojî dwayî
zułim û zor le bîr kes naçêtewe
ebê be dûpişk eda pêtewe
temaşay ḧałî xot ke û biřwane
çiştêkyan birdî çend lat girane
toyş be nabedił çiştê bistênî
dił emîn mebe ke dił eşkênî
gunah be awî tobe deşorê
bełam «ḧiq alnas» xiwayş lêy nabûrê
hey hawar! le pêş çawmane emrîn
hênde sehendeyn gwêy lê nagrîn
katêk ezanîn ke ’izra’îl hat
be peşîmanî namênê necat