çewłekî mêwê ebiřn eynêjin

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  704 views
çewłekî mêwê ebiřn eynêjin
ke řwa «tiřê»y berî eçêjin
keçî mêwekey bawkî ke pîr bû
katêkit zanî biřyan zûbezû
hîç nałên eme berman xwarduwe
tirêy dyarîman bo xełk narduwe
eme ’adetî çerxî dewrane
benî ademî têda mîwane
dyare dû mîwan lêkyan xoş naye
berçawtengîye ke şeřî tyaye
eger xwa ’eqłî daytê çawtêrî
legeł xwêşanit kewtye çawdêrî
bê hera û hurya kewtine hełkird
ewsa ebînî «goy huner»t bird
egîne heta emrî bedbextî
lem cîhaneda kiz û sersextî
emane zor car pêşan dirawe
be perdey tema’ nebînrawe
bełam to başî lêk biderewe
çawbest le çawî xot bikerewe
ewsa debînî çend xoşe cîhan
têkełî û dostî legeł hemûyan