xozgem bewaney ke le hîç nagen

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  656 views
xozgem bewaney ke le hîç nagen
le «daral’ilim» û «ḧiquq» pênagen
zincîrî xîred naxene esto
herçî hat ełên: lêxuře, biřo
xwardinî bê xem, xewî bê pirxe
gileyî nîye lem dewruçerxe
xiwayş zortir ewan edozêtewe
be diłî ewan ebziwêtewe
be şansêkî wa eyba beřêwe
nazanê pare bikate kwêwe
sa azay biłê: eme boç waye?
ebînî şeq û zilley çend tyaye
xwa be «la yusْاەل» wa demî bestûyn
pekî duwan û pirsînî xistûyn
kewabû wekû witman, nazanim
bê derdîserî, řeḧetî gyanim
lem dinyayeda meçore kořê
bo xot hełajê, řeḧet le gořê
zaten netîcey dinya emeye
hîç kes nazanê jînî ta keye