herçî ke piştî be bendey xwa best

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  718 views
herçî ke piştî be bendey xwa best
xwa bew bendeye eyxa û eyka pest
bo hemû karêk hîwat be xwa bê
ewsa natirsî karit le dwa bê
karî wa heye ke xot etewê
zor pêt naxoşe bot řê nakewê
dwayî ebînî eger bot ebû
herçî ke hetbû le kîst eçû
zor carîş çiştê ke to natewê
xêrêkî zorit lê çing ekewê
«tuḧîbّwiwa şeyْ’a» şeřî ledwaye
«tekْrehuwa şeyْ’a» xêrî tyadaye
kesêk ebînî ḧezî lê nakey
dwayî supasî ekey be çakey
kewabê to xot nîyetit pak bê
ewsaye dostit ebê bot çak bê
le hîç îşêkda beddiłî meke
le karî gelda serçiłî meke
to bonî şîrî xawit le dem dê
ke řê nazanî çon egeyte dê?
berdê hełgire ke bîweşênî
nek şan û qołî pê biřencênî