ke hatî du’ay bed le dujmin key

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  778 views
ke hatî du’ay bed le dujmin key
pêy biłê yaxwa hergîz tênegey
tênegeyştin hênde siteme
biłêy ḧeywane, hêştakû keme
eger firîwî şeytan nebwaye
hemû baweřman ekird xwa, xwaye
tînman negatê bang nakeyne xwa
kurdî em xware be «xwê» ełên xwa
çawbirsî her wek cehennem waye
«helْ mînْ mezîyd»y daym le dwaye
«binawan» şil bê, coge girifte
aẍajin wabê! kareker mifte
baẍ berełła bê herkes boxoye
kewtûyne dewrêk kewa bixoye
ayîne kewa parêz řa’egrê
ayîne serî tema’ ebřê
serî tema’it biřî, serdarî
ke małî xełkit xward şermezarî
ke legeł mirdû eçye serqebran
baweř be mirdin ekey be giryan
legeł hatyewe le bîrit eçê
eger wayş nebê dinya têk deçê