ewî «berbûre» le pyawçak edwê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  716 views
ewî «berbûre» le pyawçak edwê
wek peşîmanan şaxî lê eřwê
têhełçû mebe, mebe be serdeq
neynêyte «tebeq» pêy mełê «sedeq»
le naw keşîdey ḧac da, xaç derçû
le jêr xerqeda, mirqem gwê lê bû
ew qelenderey azade sere
eger ew nebêt, to biłê were
jarî pyawkuje, ke gořa hengiwîn
hîç tałêk nabê, be tałî şîrîn
gelê car tałî be derman eken
be derman le dest derd, derman eken
herçî ke taze hate ser karê
neşarezaye lêy megre carê
katê puxt bû bo carî dwayî
zor îş ebînê be şarezayî
bełam to perde le řûy kar labe
pêş hemû şitê nîyet ḧîsabe
ke ḧusnî xułq û nîyet bû lay pyaw
her ewe ebê be pyawî tewaw
hawar pyawetî barêkî qurse
kewte serşanit le xot bitirse
ay «wirdim dwîmaz» çend ser azade
wek «huma» waye daym dił şade