aw ke tînwêtî însan eşkênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  543 views
aw ke tînwêtî însan eşkênê
zor carîş ebê pyaw exnikênê
agir ke çêştit bo ekułênê
xot neparêzî, dest esûtênê
henasey hewa gyan ejyênê
zistan bê berg bî, řeqit hełdênê
xak xwardemenî pêdegeyênê
be serta řûxa milit eşkênê
ême lem çware dirust kirawîn
her yeke le xûy, xoy beşî dawîn
aw û xak mendî û hêmnî dawe
baw û agir tundî û tîjî hênawe
ba kewte kelle, şi’ûr namênê
ateş mezacîş pyaw esûtênê
kem kes ebînim kewa lem çware
be endazeyek biłêm beşdare
zorî wa heye be ba, bayye
xoy berz ebînê û parebayye
em efsaneye hemûy bayye
çake û xirape, dadî xwayye
eger kirdigar gwêy le min egirt
herçî çake bû, bo xom hełdegirt