nadan eger bê û jûr dana kewê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  801 views
nadan eger bê û jûr dana kewê
danayî dana, hîç danakewê!
dûkeł le agir her çend le jûre
ew çaw dêşênê û ew bo çaw nûre
biřwane «biro» beser çawewe
ew keç û em řûn le serçawewe
diřk û dał ke wan beser deryawe
qedrî mirwarî pê neşkawe
kerî kuł ke pêş ḧuştir ekewê
bewe qîmetî ḧuştir nanewê
meřwane ewe ke emřo dûnan
«qele mirdarê» kirdinî be çwar nan
giř û pifêke agirî dizan
ke řojyan lêhat, le tendûr xizan
perêzit pak bê, ba gułeweçin
leser şwên pakî lêt bê be duşmin
kerwêşk le xewda çawî ebînê
ke «dyardît» lê kird tund eyqûçênê
ewey ke abřûy na be taqewe
katêkit zanî bû be faqewe
melî besezman goştî exurê
diřindeyş goştî derxiward edrê