hewre tirîşqe girmey biřawe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  672 views
hewre tirîşqe girmey biřawe
boye «dûmełan» lêman torawe
dûmełan nawî demel be kołe
bebê tow řîşey derdeçê zołe
keçî biřewî zore emende
leber zołîye kewa pesende
bê baranîye ke gya neřwawe
nwêjebaraneyş modey nemawe
emsał ḧec bûbû be babî babî
parey êre bû, çû bo «wehabî»
min ke mindałî şarim birsî bê
eydem bew eger le xwa tirsî bê
her mewlûd çake ke tam le xoye
bełam leweyşda «kewa bixoye»
eger seyranî newrozî emsał
be dû me’aşim bom bibê be mał
bo hemû kesêk her seyranêke
têkřa pênc yaprax legeł nanêke
çayş exonewe be hełpeřkêwe
çopî kîjanîş ebeyn beřêwe
xwa emsał gewrey çakî dawînê
qewm be qidûmî ew xêr debînê