berçaw û pêław herdûkyan teng bê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  603 views
berçaw û pêław herdûkyan teng bê
ebê pêy dił û pêy řoyn leng bê
nawecax bêne bîxere ser kar
le pêşda biray xoy eda le dar
xwa ẍenî kird û le wize derçû
«îynّe alْئیینسەانە leyetْẍey»y fermû
ke be hełpehełp parû necûra
katêkit zanî le bînit gîra
eger ’eybî xot bênîte pêş çaw
’eyb le kes nagrî zû ebî be pyaw
bełam ew ’eybey kewa pêtewe
be zorî kutek naşarêtewe
ewî bê ’eyb bê, xwaye be tenya
le pêẍemberan ’eybyan derhêna
serkewtinî şax çende girane
hatne xwarewe hênde hasane
qesabî naşî pêstî meř edřê
le piřê hîç kes nabê be kuřê
eger meb’ûsî bê me’aş ebû
ře’îsî tecnîd erkî tûş ebû
gwêm lê bû pîrê, way egut pêrê
xwa dewłet bo ser dewłet enêrê