dujminî yar û yarî dujminan

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  629 views
dujminî yar û yarî dujminan
dujminêkî řast çaktire lewan
dujmin be diro xoy deka be dost
řojêk eybînî derdeçê le post
çunku xwa řaste û řastî xoş ewê
darî řast be lay çewta nanewê
goçan ke be zor eçemêtewe
le’awa daynêyt, řast ebêtewe
«bedgewher» şewqî «fuye» enwênê
ke «fuye»y laçû şewqî namênê
ełmas be «kan»y xoy xoş «tînete»
bo pencey pyawî gewre «zînete»
ewey siruştî xwadawî pake
le diroy bedxiwa û dujmin bêbake
çwar kes le çwar cê xoyan enwênin
le çwar cêye «goy» huner efřênin
aza le cenga, xwêş be zebûnî
dost be tengane, jin be nebûnî
gewre ke hoş û dûrbînî la bê
eşê «bedzuban» lêy tewella bê
mesnedî dinya ke giř û pife
ke bo azar bê şaystey tife
hendê be pare selem ebiřn
daney dawêke pêy xełkî egirin
hendêkîş çake bo padaş naken
her be tebî’et mayl be çaken