«yek şemû» nemam binê, dêteber

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  630 views
«yek şemû» nemam binê, dêteber
«dûşemmû» hełse biçore sefer
«sê şemû» neḧse bo kurd be cenge
«çwarşemmû»y behar seyr û ahenge
«pênc şemmiwan» başe bûkî tya deben
heynî be cejnî momîn naw eben
«şemmû» te’tîlî cûlekey tyaye
lay min hemûyan řojî xudaye
bełam çawî pîs pyaw de’engêwê
te’sîrî zore, bigre le kêwê
îwe’îyn یەکەادûئە ke xwa fermûye
bo ewaneye ke çaw ledûye
ḧakmî baban çawyan heł’ekend
bewe tołeyan le çawpîs esend
çendê zubanî bedgoyan biřî
hendê «juřnałî» casusyan diřî
ax xozge eme ekira be qanûn
çawpîs û bedgo le naw derdeçûn
zimanyan biřn, giroy bedgoyan
şwênêkî tiryan bo dête ziman
ełên: xwa boye bedkar ejyênê
le naw ewanda pyawçak binwênê
eme zemanî mehdîy pê ewê
êsta kes nîye pyawçakî bwê