aw mirdû û zîndû pak ekatewe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  764 views
aw mirdû û zîndû pak ekatewe
gił giławîman lê eşwatewe
wadyare ême le aw û giłîn
le siruştimana pak û yekdiłîn
keçî be coyê hewa estênîn
ebîn be agir xełk esûtênîn
agirî cehennem nahênîne bîr
be pałî şeytan ekewîne «bîr»
çunku agireke le pêş çaw nîye
hendê ełên «ḧew! cehennem çîye?»
kewtîne dewrê, têkewlêkeye
hejar hawarî parû û tîkeye
xeyałî aş û aşewan cwêye
hîçyan nazanin danyan le kwêye
katê baraş hat her dûkyan eyxon
awî aş bibřê, berdaş leser xon
řon û birinc kiř «not»yan zor pêye
çolekey deştî û berdî deştêye
êsta kil nadeyn be birînewe
ba sard bî ewsa sard ebînewe
em «teq, hawîte» bo teqawîte
me’aşyan keme û nanyan bê pîte
ewî hetîw û lêkewtiwî nawê
xwa le defterî xoy deryan hawê