ew kesey diłî kesê xoş neka

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  566 views
ew kesey diłî kesê xoş neka
hełkirdî nabê legeł pyaw çaka
ke eyřiwanî be řûy girj û mon
wek mindałî sîs ekewê be bon
ewî xizmetî xełkî pê ekirê
lenawa nawî be çake ebrê
ke tûşî kesê hat be pêkenîn
qedrî egîrê wek şay serzemîn
zaten lezetî dinyaş eweye
bê ẍemî le lay pyawî bê weye
katê diłpak bêt diłnya ebê
legeł çakana aşna ebê
ewey ke legeł xwêşya diłpîse
her kirdey ewe û birdey îblîse
ewey be heře û guře dilêre
kirdewey nîye, pûçe, bê xêre
ba wicud êsta ewane pyawin!
bêdengî aza, kemtirîn mawin
her le ewełî dinya ta emřo
«denî» le pêşe û «dana» řenceřo
zaten dinya xoy nawî «denî»ye
îtir em tane û twance çîye?