çinar ke biřa û cwê buwewe le bin

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  732 views
çinar ke biřa û cwê buwewe le bin
eyken be peyje, pya ser ekewn
«řesen» bo naswar, awzengî nada
«ker» herçî hesta swarî bû pya da
«mazû» çunku xoy bê erk be bere
bê minet feyzî «mennî» lesere
darî «seru» çunku be bała exuřê
qûç buwetewe û berîş nagrê
ewî be de’ye berz ebêtewe
wek «şořebî»ye, enewêtewe
pyawxirap hênde kewtote kaye
çak dełê: kaşkê xirap bûmaye!
wa çawim lêye pyawî benamûs
xwa xistûyete jêr emrî «casûs»
xwa boye karî ewto esazê
hîç kes be ’îlim û fezłî nenazê
caran lûs baw bû, êste zimanî lûs
bazařî germe êsta «qize řûs»
min fexir ekem êsta bem îşe
ke bawî destey aẍay bê řîşe
yaxwa her ewan bikewne řasî kar
taku derkewê bekar û bêkar!