baranî nîsan duř û gewhere

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  617 views
baranî nîsan duř û gewhere
le řastî ême jałey bê bere
firîştey řeḧmet le teqey bomba
hełfiřîyewe, řenciman çû be ba
xwa fermûy: dinya! biçore bine
řû bikere ewey, ke řûy le mine
keçî dinyay keç pêçewaney kird
herçî xwa neywîst, xoy bo ewe bird
êstaş ewaney ke xwên eřêjin
hendê bednimek çakyan ebêjin
be nanî «’êraq» perwerde ebin
keçî be nezmî «nazî» enûzin
řeḧmet lew kesey «espê» ekujê
le baxełyaye û xwênî emjê
nîskî «moryas» û herzinî «řengał»
bê berupşitin, bo kes nabne mał
lem syasetey îngilîze nagem
pyawî bednimek exate pêş dem
pîremêrd ełê: pyawê serkewê
ebê duřnas bê, kûjekey newê
derbarey nakes pyawetî meke
be kuł bîbeyte «ke’be» lek, leke!